Spor

Ji Rahênerê Teknîkê yê Galatasarayê Okan Buruk daxuyaniya şampiyonuyê

"Vê hefteyê şansê me heye ku em du kupayan qezenc bikin. Me ya yekem qezenc kir, armanca me ya din jî ew e ku em şampiyoniya xwe îlan bikin"

Ömer Faruk Salman  | 15.05.2025 - Rojanekırın : 15.05.2025
Ji Rahênerê Teknîkê yê Galatasarayê Okan Buruk daxuyaniya şampiyonuyê

Gaziantep

Rahênerê Teknîkê yê Galatasaraya ku di fînala Kûpaya Tirkiyeyê ya Ziraetê da Trabzonsporê 3-0 têk bir Okan Buruk got ew dixwazin vê hefteyê kupaya duyemîn hildin.

Buruk dema ku ji stadyumê derket ji çapemeniyê ra kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku qezenckirina kupayê bû nesîbê wan.

Buruk spasiya fubolîstên xwe kir û got hemû futbolîst di navbera pêşbirkan da cudahiyê nabînin û bi heman baldariyê dilîzin.

Buruk got di serkeftinê da para herî mezin ya futbolîstan e û wiha axivî: "Ez dixwazim spasiya alîgirên me jî bikim. Ez dixwazim spasiya tîma Trabzonspor û alîgirên wê jî bikim. Ew gelek xebitîn, têkoşîn dan û gihîştin heta fînalê, lê em bi serketin. Her du tîman jî îro îmzeya xwe avêtin şahiya futbolê. Ji ber vê ez her du tîman jî û aligîrên wan jî pîroz dikim."

Buruk pirsa gelo peyameke wî ji alîgirên pêşbirka wan a bi Kayserisporê ra ya di Lîga Super a Trendyol da heye an na jî wiha bersivand:

"Vê hefteyê şansê me heye ku em du kupayan qezenc bikin. Me ya yekem qezenc kir, armanca me ya din jî ew e ku em şampiyoniya xwe îlan bikin. Em ji bo vê dildar û kelecan in. Bê guman moral û motîvasyona me pir zêde ye. Em dixwazin heman xwestek, coş û têkoşînê bi futbolîstên xwe ra li pêşberî alîgirên xwe nîşan bidin. Hê tu tiştek neqediyaye, şanseke me heye ku em roja yekşemê vî karî biqedînin. Em dixwazin vê serkeftinê jî bi dest bixin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın