Ji bo "biratiyê" 2 hezar kîlomêtre bîskîlet ajot
Ramazan Degerê werzişkar ji bo "biratiyê" ji Deriyê Sînor ê Kapikuleyê hetanî Deriyê Sînor ê Xabûrê bîskîlet ajot.
Şırnak
ŞIRNAK
Ramazan Degerê werzişkar ji bo "biratiyê" ji Deriyê Sînor ê Kapikuleyê hetanî Deriyê Sînor ê Xabûrê bîskîlet ajot.
Deger ji Deriyê Sînor ê Kapikuleyê hetanî Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li nêzî Silopiya navçeya Şirnexê çerxa bîskîletê zivirand.
Deger li pêşiya Deriyê Sînor ê Xabûrê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku di 12 rojan da ji Kapikuleya gihîşte Xabûrê.
Deger diyar kir ku gihîşte hedefa xwe û ji kesên piştgirî dane wî ra jî sipas kir.
Deger destnîşan kir ku ji Edirneyê derkete rê ji Kocaelî, Bolu, Enqere, Aksaray, Edene, Gazîentab, Şanliurfa û Mêrdînê ra derbas bû û hate Silopiyê û wiha pê da çû: "Armanca min ew bû ku ji sînor hetanî sînorê din 2 hezar kîlomêtre bîskîletê biajom. Min ji bo hezkirin û biratiyê çerxa bîskîleta xwe zivirand. Ev 12 roj e ez di rê da me. Gelek hevraz derketin pêşiya min, lastîka min 10 caran teqiya."