Her du xwişkên Sêrtî hewl didin ku di werzişa atletîzmê da serkeftinên nû bi dest bixin
Siirt
Li Sêrtê her du xwîşkên bi navê Selma Çakmak û Edanur Oysal ji bo ku di werzişa atletîzmê da serkeftinên nû bi dest bixin gelekî dixebitin.
Selma Çakmaka di dibistana navîn da dest bi atletîzmê kiriye di nav 14 salan da di gelek pêşbirkên Tirkiyeyê da bi ser ket.
Çakmaka 23 salî û zewiciye par li Koprubaşiya navçeya Trabzonê di Şampiyoniya Revê ya Çiyê ya Tirkiyeyê da bû yekemîn û di Şampiyoniya Revê ya Çiyê ya Tirkiyeyê ya Qesra Îshak Paşa ya Agiriyê da jî bû sêyemîn.
Edanur Oysala 17 salî jî bi piştgiriya xwîşka xwe 3 sal berê dest bi werzişa atletîzmê kir.
Oysal di 9ê îlonê da li Koprubaşiya navçeya Trabzonê di Şampiyoniya Revê ya Çiyê ya Tirkiyeyê da di nav kesên ku temenê wan ji 20î biçûktir e da bû yekemîn.
Her du xwîşk ji bo ku di pêşbirkan da bêtir bi ser bikevin li Stada Ataturkê amadehiyan dikin û dixebitin.
- "Min her tim piştgirî da wê"
Werzişvana neteweyî Selma Çakmakê ji nûçegihanê AAyê ra got li herêmê hin malbat destûrê nadin qîzên xwe ku ew werzişê bikin, lê bi saya serkeftinên wan ev edet êdî ji holê radibe.
Çakmakê got ew ji bo werzişvanên din jî dibin mînak û anî ziman ku ew her tim piştgiriyê dide xwîşka xwe, lewra xwîşka wê xwedî qabiliyet e.
Çakmakê daxuyand ku li herêmê gelek qîzên xwedî biqabiliyet hene û wiha axivî:
"Min di xwişka xwe da jî ev gewher dît. Min bi bavê xwe ra xeberda ku xwişka min jî bişîne sporê. Ez timî wê motîve dikim. Alîkariya wê dikim. Edanurê guh da min û serkeftî bû û bû şampiyona Tirkiyeyê. Em niha bi xwişka min ra amadehiya pêşbaziyan dikin. Aslan Çakmakê mêrê min antrenor e û ew me dide xebatê."
Enanur Oysalê jî diyar kir ku di atletîzmê da hedefên wê mezin in, wê çav da xwişka xwe ya mezin û eşqa wê wisa li ser atletîzmê çêbû.
Oysalê got, "Dema ku xwişka min a mezin serkeftî bû û bi vê serkeftinê şa dibû, min got 'Ez jî dikarim bikim' û baweriya min bi min hat. Baweriya xwişka min jî bi min hat. Ez xwişka xwe wekî mînak dibînim, lewra pir qîmetê dide min. Hedefa min şampiyontiya Tirkiyeyê bû, ez gihîştim vê hedefê." Oysalê daxuyand ku ew niha jî dixaze ji bo tîma neteweyî were neqandin û di pêşbaziyên navneteweyî da serkeftî bibe.
Midûrê Ciwanî û Sporê yê Bajêr Hayatî Kisacik jî diyar kir, ew li bajêr di atletîzmê da pêş ketin û wan serkeftinên cidî bi dest xist. Kisacik wiha dewam kir, "Herî dawî li Trabzonê Edanur di şampiyonayê da bû yekemîna Tirkiyeyê. Em li herêmê zarok ê ciwanan teşwîqî sporê dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
