Musa Samur
22 Nîsan 2021•Rojanekirin: 22 Nîsan 2021
Şampiyonê Cîhanê û yê Olimpiyatê guleşvanê neteweyî Taha Akgul, zora werzişvanê Rûsî Sergei Kozyrev bir û cara 8an Şampiyontiya Ewropayê bi dest xist.
Di Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê ku li Varşovaya paytexta Polonyayê berdewam e, Taha Akgulê ku di sitîla serbest 125 kîloyan de têkoşanê dide, di tura yekemîn de (6-1) zora Geno Petriashviliê Gurcî yê ku 3 caran bûbû şampiyonê cîhanê bir, di fînala çarîk de (6-1) zora Kamil Tomasz Kosciolekê Polonyayî bir, di nîve fînalê de jî (4-0) zora Dzianis Khramiankouyê Belarûsî bir û hilkişiya fînalê.
Werzişvanê neteweyî di fînalê de derket pêşberî Sergei Kozyrevê Rûsî, di beşa dawîn a têkoşanê de 9-2 zora rikaberê xwe bir û ara 8an Şampiyontiya Ewropayê bi dest xist.