Galatasarayê di rovanşa 1-0ê da li hemberî Liverpoolê hewl bide ku ji tûrê derbas bibe
Tîma sor û zer di maça rovanşa tûra 16ên dawîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da dê bi dema Tirkiyeyê di saet 23.00yan da li Stada Anfieldê bibe mêvanê tîma nûnera Îngiliz
Liverpool
Galatasaray dê di maça rovanşa tûra 16ên dawîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da sibê li deplasmanê derkeve hemberî Liverpoola nûnera Îngiltereyê.
Maça ku dê li Stada Anfieldê bê lîstin dê bi dema Tirkiyeyê di saet 23.00yan da dest pê bike.
Di milmilaneyê da hekemê Polonî Szymon Marciniak dê li fîqê bide. Maç dê di TRT 1ê da û her wiha li ser platforma Tabiiyê bê weşandin.
Galatasarayê di organîzasyona fitbolê da ya ku li Ewropayê di asta kuluban da ya herî mezin e, vê sezonê etaba lîgê bi 3 xalibiyet, beramberiyek û 4 mexlûbiyetan va di rêza 20em da kuta kir û derket etaba play-offê ya 16ên dawîn.
Galatasarayê di maça ewil a tûra 16ên dawîn da ku li yarîgeha xwe bi Liverpoolê ra lîst, 1-0 bi ser ket. Ji lewma jî ji bo ku Galatasaray derkeve çaryek fînalê di maça sibê da beramberî têrê dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
