Spor

Galatasarayê di her şeş pêşbirkan da jî qezenc kir û di Lîga Super da 6 puan da pêşiyê

Can Öcal  | 23.09.2025 - Rojanekırın : 24.09.2025
Galatasarayê di her şeş pêşbirkan da jî qezenc kir û di Lîga Super da 6 puan da pêşiyê

Istanbul

 Di hefteya 6emîn a Lîga Super a Trendyolê da Galatasarayê TUMOSAN Konyaspor kir mêvan û 3-1 ew têk bir û her şeş pêşbirkên lîgê qezenc kir.

Ekîba zer û sor bi vê encamê va pêşbirka 6emîn a Lîga Super jî qezenc kir û bi 18 puanî va di rêza yekem da cih digire. Konyaspora ku pêşbirkeke wê kêm e jî di 7 puanî da ma.

Di Lîga Super da ferqa puanê Galatasaray û tîma duyemîn derket 6an.

Tîma zer û sor hefteya 6emîn bi 18 puanî va kuta kir. Di lîgê da Goztepe û Fenerbahçe di rêza duyem da ne û ferqa puanê wan û Galatasarayê 6 e. Ferqa puanê tîma zer û sor û Samsunspor û Trabzonsporê 7 û ferqa puanê Galatasaray û Hesap.com Antalyaspor û Gaziantep FKyê jî 8 puan e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın