Galatasaraya lîder dê sibê di Lîga Super da li qada xwe derkeve hember RAMS Başakşehirê
Istanbul
Di hefteya 26emîn a Lîga Super a Trendyolê da RAMS Başakşehir sibê di deplasmanê da derkeve hember Galatasarayê.
Pêşbirka ku dê saet 20.00an li RAMS Parkê dest pê bike, ewê hakem Batuhan Kolak rêveberiya wê bike.
Başakşehir di Lîga Superê da di nava 25 hefteyan da, bi 12 serkeftin, 6 beramberî, 7 têkçûn, 42 puan û averajan, di rêza 5an da cih girt.
Tîma Başakşehirê di 3 pêşbirkên dawîn ên lîgê da, bi serkeftin ji saheyan derket. Tîm di 12 pêşbirkên dawîn ê Lîga Superê da carekê tenê têk çû û di wê maweyê da 29 puan sitandine.
Galatasaraya ku di Lîga Superê da di 25 pêşbirkan da 19 serkeftin, 4 beramberî, 2 têkçûn sitand, bi 4 puanan li pêşiya rikaberê xwe yê herî nêzîk Fenerbahçeyê, dest bi hefteyê kir.
- Sane û Abdulkerîm ji ber cezayên xwe dê dernekevin pêşbirkê
Di Galatasarayê da futbolîstê Alman Leroy Sane û futbolîstê tîma neteweyî Abdulkerîm Bardakci ji ber cezayên xwe dê di pêşbirka sibê da dernekevin qadê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
