Spor

Galatasaray û Samsunspor sibê wê bên pêşberî hev

Can Öcal  | 04.12.2025 - Rojanekırın : 04.12.2025
Galatasaray û Samsunspor sibê wê bên pêşberî hev

Istanbul

Tîma pêşeng Galatasaray wê sibê di Hefteya 15emîn a Lîga Super a Trendyolê da mazûvaniya Samsunsporê bike.

Pêşbirk wê li RAMS Parkê di saet 20.00î da dest pê bike.

Tîma sor û zer ya di 14 pêşbirkên Lîga Superê da bi 10 serketin, 3 beramberî û têkçûnekî va 33 puan kom kir. Galatasarayê bi puaneke zêde li pêş hevrikê xwe yê herî nêzîk Fenerbahçeyê dest bi hefteyê kir.

Samsunspor di 14 pêşbirkên lîgê yên vê heyamê da bi 6 serketin, 7 beramberî û têkçûnekê bi 25 puanan va di rêza 5emîn da ye.

Wîlfrîed Singo, Ismaîl Jakobs, Roland Sallaî, Eren Elmali û Metehan Baltaci, tevahî 5 futbolîstên Galatasarayê ji ber sedemên cuda wê di pêşbirka sibê da nelîzin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın