Galatasaray wê di tûra play-off 16an da dewam bike
Manchester
Galatasaraya ku di Lîga Şampiyonan da li hemberî Manchester Cîtyê 2-0 têk çû, wê di tûra play-offê ya 16an da rêwîtiya xwe bidomîne.
Hevrikên Galatasarayê yên di tûra play-offê ya 16an a Lîga Şampiyonan da Atletîco Madrid û Juventus in.
Rahenerê Teknîkê yê Galatasarayê Okan Buruk got di tûra play-off a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da kî bê hemberî wan bila bê, divê ew bi wêrekî bilîzin.
Buruk piştî têkçûna 2-0 ya li hemberî Manchester City ya li Stadyuma Etihadê di civîna çapemeniyê da axivî.
Buruk tîma hevrik pîroz kir û wiha axivî: "Di navbera her du nîvan da di lîstika me da ferqeke mezin hebû. Di nîva yekem da, me hem gog da dijberê xwe û hem jî rê da wan. Me du gol xwarin. Di nîveka duyem da me bêtir baş lîst, zext kir û gog kete lingê me. Di nîva duyem da hema hema ji sedî 58-60 xwedîtiya gogê, li dijî Manchester Cityê tiştekî xweş bû. Lê heke ku em bikaribin bêtir pozîsyonan biafirînin. Piştî ku em 2-0 têk çûn, me rîsk hilda û dijberê me jî bû xwedî hin pozîsyonan. Bi tevayî, ew pêşbirkeke baş bû."
Buruk got di tûra play-offê da ew ê bi Juventusa tîma Îtalyayê an jî Atletîco Madrîda tîma Îpanyayê ra bên pêşberî hev û wiha dewam kir: "Hem Juventus û hem jî Atletîco Madrîd tîmên pir baş in. Me di vê dawiyê da li dijî Atletîco Madrîdê lîst. Em wan hinekî çêtir nas dikin. Kî dibe bila bibe, divê em hinekî wêrektir bilîzin. Galatasaray her gav wêrek dilîze."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
