Galatasaray li hemberî Unîon Saînt-Gîlloîseyê têk çû
Galatasaray di Lîga Şampiyonan ya UEFAyê da li hemberî tîma Unîon Saînt-Gîlloîseyê 1-0 têk çû
Istanbul
Galatasaray di hefteya pêncemîn a Lîga Şampiyonan ya UEFAyê da li hemberî tîma Belçîkayê Unîon Saînt-Gîlloîseyê 1-0 têk çû.
Pêşbirka di navbera Galatasaray û Unîon Saînt-Gîlloîseyê da li Stada RAMS Parkê ya li Stenbolê çêbû.
Nîva yekem a pêşbirkê 0-0 bi dawî bû.
Unîon Saînt-Gîlloîse di deqîqeya 57emîn da bi ser ket.
Futbolîst Florucz ê ku ji aliyê rastê ket qada cezayê pas avêt, Zorgan jî goga ku wî avêt şand nêzîkî qeleyê. Davidê ku li wir bû, li gogê xist û golek avêt qeleyê.
Pêşbirk 1-0 bi serkeftina tîma Unîon Saînt-Gîlloîseyê va dawî bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
