Galatasaray di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da derbasî tura din bû
Piemonte
Galatasaraya ku di pêşbirka rovanşê ya etaba play-offê ya dawîn a 16emîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da li hemberî Juventusê bi dirêjkirina pêşbirkê va bi 3-2 têk çû, ji ber ku di pêşbirka ewil da bi 5-2 bi ser ket, derbasî tura din bû.
Galatasaray her çiqas bi 3-2 têk biçe jî ji ber ku di pêşbirka ewil da bi ser ket, navê xwe di tura dawîn a 16emîn a Lîga Mezinan da, da nivîsandin.
Di pêşbirka din ya ku li Stada Santîago Bernabeuyê hat lîstin da, Real Madrîdê bi 2-1 tîma Benfîcayê têk bir û derbasî tura din bû.
Piştî pêşbirkên îro, Galatasaray, Atalanta, Parîs Saînt-Germaîn û Real Madrîd beşdarî tura 16emîn a dawîn bûn.
Piştî pêşbirkên duh jî Bodo/Glîmt, Atletîco Madrîd, Newcastle Unîted û Bayer Leverkusen navên xwe di tura li jor da dabûn nivîsandin.
Encamên pêşbirkên rojê wiha ne;
Atalanta (Îtalya)-Borussîa Dortmund (Almanya): 4-1 (0-2)
Juventus (Îtalya)-Galatasaray 3-2 (2-5)
Parîs Saînt-Germaîn (Fransa)-Monaco (Fransa): 2-2 (3-2)
Real Madrîd (Îspanya)-Benfîca (Portekîz): 2-1 (1-0)
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
