Spor

Galatasarayê Kayserispor 4-0 têk bir û bi maça zêde ji hêla puanê navber vekir

Emrah Oktay  | 02.02.2026 - Rojanekırın : 03.02.2026
Galatasarayê Kayserispor 4-0 têk bir û bi maça zêde ji hêla puanê navber vekir

Istanbul

EMRAH OKTAY - Galatasarayê di hefteya 20em a Lîga Trendyol Superê da Zecorner Kayserispor ezimand û 4-0 têk bir û her wiha ferqa xwe ya puanê ya li zîrweyê bi maça zêde derxist 6an.

Ekîba sor û zer ya ku ji hevrikê herî nêzîkî xwe Fenerbahçeyê 3 puanî zêdetir dest bi hefteyê kir, tîma hemrenga xwe ya ji Qeyseriyê ya ku di rêza 17em da ye, li RAMS Parkê ezimand.

Galatasaraya ku lîstikeke baş lîst, 4-0 bi ser ket. Galatasaray di deqîqeya 7em da bi gola ku Aaron Opoku avêt qeleya xwe 1-0 ket pêşiyê û her wiha golên din ên Galatasarayê jî di deqîqeya 26em da Victor Osimhen, di deqîqeya 60em da Gabriel Sara û di beşa zêdekirinê da jî Mauro Icardi avêtin.

Galatasarayê di milmilaneya şampiyontiya Lîga Superê da ferqa xwe ya puanê ya li zîrweyê bi maça zêde derxist 6an.

Galatasaraya ku ji hevrikê xwe yê herî nêzîk Fenerbahçeyê 3 puanî zêdetir dest bi hefteyê kir, li ber alîgirên xwe xeletî nekir û Kayserispor 4-0 têk bir û puanê xwe derxist 49an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın