Spor

Galatasarayê di pêşbaziya zîrweyê da "derbe xwar"

- Galatasaraya serkêş di hefteya 23yem a Lîga Superê ya Trendyolê da li deplasmanê li dijî TUMOSAN Konyasporê 2-0 têk çû û di pêşbaziya zîrweyê da "derbe xwar"

Savaş Güler, Abdullah Doğan  | 22.02.2026 - Rojanekırın : 22.02.2026
Galatasarayê di pêşbaziya zîrweyê da "derbe xwar"

Konya

Galatasaraya serkêş di hefteya 23yem a Lîga Superê ya Trendyolê da li deplasmanê li dijî TUMOSAN Konyasporê 2-0 têk çû û di pêşbaziya zîrweyê da derbe xwar.

Bi vê têkçûnê va rêzenetêkçûna Galatasarayê ya di 10 maçên lîgê da bi dawî bû.

- Galatasaray di Lîga Superê da piştî 10 maçan têk çû

Tîma sor û zer ya ku vê sezonê tekane şikestin di hefteya 12em da li hemberî Kocaelîspora ku lê bû mêvan bi 1-0ê va xwar, di 10 pêşbirkên din da 8 caran bi ser ket. Di vê pêvajoyê da tîma sor û zer 2 caran jî beramber ma.

Galatasaray li hemberî Konyasporê 2-0 têk çû û hew karî rêzenetêkçûna xwe ya di 10 maçên lîgê da bidomîne. Ev têkçûn bû duyem têkçûna wê ya vê sezonê.

Okanê Burukê dîrektorê teknîkî yê Galatasarayê diyar kir ku hevrikê wan xalibiyet heq kir û wiha got, "Lê goleke ku em di deîqeyeke pir krîtîk da ketin pêşiyê, belkî me yê maç qezenc bikira, belkî bi hêsanî maç bi me bida qezenckirin, bi xeletiya du hekeman hat betalkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın