Spor

Galatasarayê bi 3 golên Osîmhen va li deplasmanê Ajax têk bir

Can Öcal  | 06.11.2025 - Rojanekırın : 07.11.2025
Galatasarayê bi 3 golên Osîmhen va li deplasmanê Ajax têk bir

Istanbul

CAN OCAL - Galatasarayê di hefteya çaremîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da tîma Hollandayê Ajax bi 3-0 têk bir.

Nîva yekem a pêşbirkê 0-0 bi beramberî bi dawî bû.

Tîma sor û zer bi hêz dest bi nîva duyemîn kir.

Futbolîstê Nîjeryayî Vîctor Osîmhen di deqîqeya 60emîn da bi serê xwe gogê xist û golek avêt, Galatasaray 1-0 pêş ket.

Osîmhen di deqîqeyên 66 û 78emîn da golên penaltiyê avêtin û Galatasarayê pêşbirk 3-0 qezenc kir.

Bi vê pêşbirkê va Galatasaray di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da gihîşt 9 puanan.

Ji aliyê din va, tîma Hollandayê Ajax di çar pêşbirkên ewil ên di vê organîzasyonê da tu puan bi dest nexist.

Vîctor Osîmhen li hemberî Ajaxê 3 gol avêtin ku di pêşbirkên Ewropayê da cara ewil wî di heman pêşbirkekê da li dû hev sê gol (hat-trîck) avêtin.

Burak Yılmaz di Lîga Şampiyonan a 2012-2013an da li dijî tîma Romanyayê CFR Clujê 3 gol avêtibûn ku ji wê û demê vir va Osîmhen bû yekem futbolîstê Galatasarayê ku li Ewropayê li dû hev sê gol avêtin.

Di Lîga Şampiyonan da Galatasaray piştî 13 salan di 3 pêşbirkan da bi ser ket.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın