Spor

Galatasarayê amadehiyên xwe yên ji bo pêşbirka bi Ajaxê ra temam kir

Emrah Oktay  | 05.11.2025 - Rojanekırın : 11.11.2025
Galatasarayê amadehiyên xwe yên ji bo pêşbirka bi Ajaxê ra temam kir Halil Sağırkaya

Istanbul

 Galatasarayê di hefteya çaremîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da, amadekariyên xwe yên ji bo pêşbirka bi tîma Hollandayê Ajaxê ra temam kir.

Antremana tîmê duh li Tesîsên Metîn Oktay ên Kemerburgazê di bin rêveberiya rêveber Okan Buruk da çêbû û 15 deqîqeyên ewil ên antremanê ji çapemeniyê ra vekirî derbas bûn.

Antremanê bi xwegermkirina dînamîk a futbolîstan va dest pê kir.

Di antremanê da futbolîstan wek du kom hewl dan gogê bi dest bixin û gog avêtin hevdu.

Hat ragihandin ku di beşa antremanê ya ji çapemeniyê ra girtî çêbû da jî rê û rêbazên taqtîkî yên ji bo pêşbira Ajaxê hatin bicîanîn.

Yunus Akgunê ku di maça dijî Trabzonsporê ya Hefteya 11emîn a Lîga Super a Trendyol da êş kişand, bi tîmê ra xebitî.

Tîma ku rengên wê sor û zer e bi balafireke taybet va çû Amsterdama paytextê Hollandayê.

Pêşbirka di navbera Ajax û Galatasarayê da wê îro bi dema Tirkiyeyê di saet 23.00yan da li Qada Johan Cruîjffê bê lîstin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.