Dinya, Spor

Fîlma danasîna Formula 1ê ya li Stenbolê li hemî cîhanê di weşanê de ye

Grand Prixa Tirkiyeyê ya Formula DHL 1ê ya ku 13-15ê mijdarê li Intercity Istanbul Parkê hatibû lidarxistin, beriya wê Fîlma danasînê hatibû tomarkirin, ew fîlma êdî li hemî cîhanê di weşanê de ye.

Ahmet Aydın  | 26.11.2020 - Rojanekırın : 28.11.2020
Fîlma danasîna Formula 1ê ya li Stenbolê li hemî cîhanê di weşanê de ye

Istanbul

Grand Prixa Tirkiyeyê ya Formula DHL 1ê ya ku 13-15ê mijdarê li Intercity Istanbul Parkê hatibû lidarxistin, beriya wê Fîlma danasînê hatibû tomarkirin, ew fîlma êdî li hemî cîhanê di weşanê de ye.

Fîlma danasînê ya ku li ser Pira Şehîdan a 15ê Temmûzê hat lidarxistin ku weke yekemîn "pit-stop" a nava parzemînan kete dîrokê, pîlotê Ret Bull Racingê Alexander Albon û ajovanê AlphaTauriyê Pierre Gasly tê de cih girtin.

Fîlm bi pêşengiya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê bi mebesta danasîna Tirkiye û Stenbolê hat girtin. Di fîlmê de wesayitên Formula 1ê di ber Saraya Topkapiyê, Pira Galatayê, Qada Sultanahmedê, Tunêla Avrasyayê û Pira Şehîdan a 15ê Temmûzê re derbas dibin.

Ajovanê AlphaTauriyê Pierre Gasly di daxuyaniya xwe de bal kişand ser giringiya ezmûngeriya xwe ya ku di fîlma dadanasînê de bidest xist û got, "Ajotina wesayita Formula 1ê li Stenbolê, bi taybet ji ser pirê re, derbasbûna ji parzemînekê bo parzemîneke din gelekî xweş bû. Bûna beşekê ji vê roja giring, tiştekî gelekî bi fors e."

Pîlotê Ret Bull Racingê Alexander Albon jî wiha got, "Ajotina wesayitê li nava kolanên Stenbolê bi rastî jî ezmûngeriyeke baş bû. Dema derbasbûna ji ser Pira Şehîdan a 15ê Temmûzê re, nayê jibîrkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın