Spor

Futbolîstê Fransî Dembele Xelata Topa Zêrîn qezenc kir

Yunus Kaymaz  | 23.09.2025 - Rojanekırın : 24.09.2025
Futbolîstê Fransî Dembele Xelata Topa Zêrîn qezenc kir

Greater London

 Xelata Topa Zêrîn (Ballon d'Or) ya ku didin futbolîstê salê, îsal Stêrkê Fransî Ousmane Dembele ku di Parîs Saînt-Germaînê da dilîze qezenc kir.

Xelata Topa Zêrîn a 2025an ku ji hêla kovara futbolê ya fransî France Football ve tê lidarxistin, di merasimekê da ku li Şanoya Chatelet a li Parîsa paytexta Fransayê hate lidarxistin, xwediyê xwe dît.

Dembeleyê 28 salî ku sezona borî bi Paris Saint-Germain ra şampiyoniya Lîga Şampiyonan a UEFA, Lîga Fransayê û Kûpaya Fransayê qezenc kir, xelata Topa Zêrîn wergirt.

Futbolîstê Îspanyayî yê Barcelonayê Lamine Yamal di rêza duyemîn da û lîstikvanê Portugalî yê PSGyê Vitinha jî di rêza sêyemîn da cih girt.

Aitana Bonmati, stêrka Tîma Neteweyî ya Îspanyayî û Barcelonayê, ji bo sala sêyemîn a li pey hev xelata baştirîn futbolîsta jin wergirt.

- Yamal cara duyemîn li pey hev Kûpaya Kopayê qezenc dike

Stêrka 18 salî ya Îspanyayî ya Barcelonayê Lamine Yamal, Kûpaya Kopayê ku ji bo lîstikvanê herî baş ê ji 21 salî piçûktir yê sezonê tê dayîn, ji bo cara duyemîn li pey hev qezenc kir.

Futbolîstê neteweyî Kenan Yildizê ku ji bo Juventusê dilîze, di dengdana Kûpaya Kopa da di rêza 5emîn de cih girt.

Di nava jinan da ya ku ev xelat sitand, ew jî ji Barcelonayê futbolîsta 19 salî Vicky Lopez bû.

Kûpaya Gerd Mullerê ku ji bo forvetê salê tê dayîn, di kategoriya mêran da ji bo futbolîstê Swêdî yê Arsenalê Viktor Gyokeres û di kategoriya jinan de jî ji bo futbolîsta Polonî ya Barcelonayê Ewa Pajor hat dayîn.

Xelata Lev Yashin ku ji baştirîn golparêzê salê re tê dayîn, di kategoriya mêran da ji golparêzê Îtalî yê Manchester City Gianluigi Donnarumma û di kategoriya jinan da jî ji golparêza Îngilîz a Chelsea Hannah Hampton wergirt.

- Rahênerê salê Luis Enrique

Rahênerê Îspanyayî yê Paris Saint-Germain, Luis Enrique, xelata rahênerê salê yê mêran wergirt.

Sarina Wiegman, rahênera tîma neteweyî ya Hollandayê ya Îngilîstanê, xelata rahênera salê yê jinan jî wergirt.

Paris Saint-Germain xelata klûba salê ya tîma mêran û Arsenal jî ya tîma jinan wergirt.

Xelata Sokrates pêşkêşî Weqfa Xana hat kirin. Weqfa Xana ji hêla rahênerê Paris Saint-Germain Luis Enrique ve hat damezrandin, ku keça xwe ya 9 salî Xana di sala 2019an de ji ber penceşêra hestiyan ya nadir jiyana xwe ji dest da, da ku piştgiriyeke tenduristiyê ya berfireh ji zarok û ciwanan ra peyda bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.