Spor

Fenerbahçeyê bi 2-0 Kocaelîspor têk bir

Şahin Oktay, Sefa Tetik  | 03.02.2026 - Rojanekırın : 03.02.2026
Fenerbahçeyê bi 2-0 Kocaelîspor têk bir

Kocaeli

Fenerbahçeyê di hefteya 20emîn a Lîga Super a Trendyolê da bi 2-0 Kocaelîspor têk bir.

Rahênerê Teknîkê yê Fenerbahçeyê Domenîco Tedesco di civîna çapemeniyê ya piştî pêşbirkê da daxuyand ku wan li Kocaeliyê di nav rewşeke baş da pêşbirk kiriye, evîn û coşa ji bo futbolê ya li wir bêhempa bûye.

Tedesco wiha dewam kir: "Wekî Fenerbahçe nasnameyeke me ya taybet heye û em dixwazin wê li qadê nîşan bidin. Ferq nake ku em li dijî kê dilîzin. Futbolîstên nû jî li vir pir zû adapte dibin. Ev jî nîşan dide ku tîm her gav alîkariya lîstikvanên nû dike û her kesê di tîmê da xwedî karaktereke baş e."

Futbolîstê Brezîlyayî yê Fenerbahçeyê Anderson Talîsca jî wiha got: "Bi taybetî qezenckirina topên duyemîn girîng bû û rewşê diyar kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın