Spor

Fenerbahçe wê rêwîtiya xwe di play-offê ya tûra 16an da bidomîne

Bozhan Memiş  | 30.01.2026 - Rojanekırın : 30.01.2026
Fenerbahçe wê rêwîtiya xwe di play-offê ya tûra 16an da bidomîne

Bükreş

 Fenerbahçe di hefteya 8emîn ya Lîga Ewropayê ya UEFAyê da li deplasmanê bi FCSB ya Romanyayê ra 1 û 1 beramber ma, puanên xwe derxist 12an û qonaxa lîgê di rêza 19emîn da bi dawî kir.

Fenerbahçe wê rêwîtiya xwe di tûra play-offê ya 16an da berdewam bike.

Fenerbahçeya ku di hefteya 8an da li hember tîma FCSB ya Romanyayê bi encama 1 û 1 qonaxa Lîga Ewropayê ya UEFAyê di rêza 19an da bi dawî kir, rahênerê wê Domenîco Tedesco got ku diviyabû wan di qonaxên destpêkê da lîstik mohr bikira, lê nekarîbûn vê yekê bikin.

Piştî pêşbirkê li Arenaya Neteweyî, rahênerê Îtalî di civîna çapemeniyê da axivî û tekez kir ku wan baş lîstiye.

Tedesco diyar kir ku tîma wî hêdî dilîze û pir caran topê winda dike û wiha got, "Bi rastî, dijberê me di destpêka pêşbirkê da li benda me ma. Me lîstik kontrol kir. Me top serdest kir û me fersend çêkirin, lê me nekarî em ji wan sûd werbigirin. Di pêşbirkên bi vî rengî da ji bo ku hûn lîstik biqedînin, divê hûn di 20-25 hûrdemên pêşîn da du an jî sê golan bavêjin. Em li qadê bi qasî pêwîst dikir em bi tevger nebûn. Me dijber vexwend êrîşa dijber. Vê yekê di nîva duyemîn da jî berdewam kir. Pasên ku me dan ne têra xwe diyar û ne jî li holê bûn. Di dawiyê da pêşbirk 1 û 1 bi dawî bû. Piştî van hemûyan, ez encamê normal dibînim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın