Ewê di sezona nû ya Lîga Superê ya Futbolê ya Jinan a Turkcellê da ji Hekariyê 2 tîm hebin

Hakkari
Ewê di sezona nû ya Lîga Superê ya Futbolê ya Jinan a Turkcellê da, li tenişt Hakkarîgucuyê ewê Yuksekovaspora ku di Lîga 1emîn da bû şampiyon jî, cih bigire.
Hakkarîgucu ku 8 sal in di Lîga Superê da pêşbirkê dike, dixwaze bi tîma xwe ya xurtkirî û ezmûna xwe îsal performanseke serkeftî nîşan bide.
Tîma futbolê ya jinan a Yuksekovayê ku 8 sal berê li navçeya Yuksekovayê hate damezrandin, di sezona 2023-2024an de Lîga 2yemîn a Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) û sezona borî jî Lîga 1emîn a Jinan a TFF qezenc kir û mafê pêşbaziyê di Lîga Super a Futbolê ya Jinan a Turkcell da bi dest xist.
Tîma Yuksekovayê, piştî ku li pey hev şampiyonî bi dest anî û serkeftineke giring bi dest xist, êdî armanc dike ku di lîgê da bibe beşeke daîmî.
Herdu tîmên ku dê di heman lîgê da pêşbaziyê bikin, amadekariyên xwe ji bo lîga ku sibê dest pê dike didomînin.
- "Di lîgê da hebûna du tîman serkeftineke mezin e"
Dîrektora Teknîkê ya Hakkarîgucuyê Cemîle Timurê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew yekem tîma futbolê ya jinan a herêmê ne û ew her tim pêş dikevin.
Tîmurê diyar kir ku ew wekî tîma damezrandî ya herêmê ji bo tîmên din dibin çavkaniya îlhamê û got, "Ez Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekovayê pîroz dikim. Ew ê îsal di Lîga Superê da jî pêşbaziyê bikin. Ewê rengekî zêde bidin lîgê. Em ê bi hev ra hewl bidin ku Hekariyê di vê lîgê de bi awayê herî baş temsîl bikin. Hebûna du tîmên ji heman parêzgehê di lîgê da destkeftiyeke mezin e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.