Spor

Evîna keçên ji Diyarbekirê ya ji bo fitbolê

Li navçeya Erxeniyê 40 keçên bilîsans ku li dibistanên dixwînin di projeya tesbîtkirina şiyanê da ji hêla mamosteyan hatin keşifkirin, di Makam Spor a Lîga 3yemîn a Jinan da dileyîzin

Önder Beyter  | 18.11.2019 - Rojanekırın : 19.11.2019
Evîna keçên ji Diyarbekirê ya ji bo fitbolê

Diyarbakir

 Li Erxeniya navçeya Diyarbekirê keçên ku li dibistanên dixwînin di kotrola şiyanê da ji hêla mamosteyên xwe hatin keşifkirin, di Makam Spor a Lîga 3yemîn a Jinan da dileyîzin.

Di çarçoveya Projeya Tesbîtkirina Şiyana Werzîşî û Handana Werzişê ya Tirkiyeyê ku Wezareta Ciwanî û Werzişê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî bi awayekî hevbeş cîbicî kirin da bi sedan werzişvanên xwedî şiyan hatin tesbîtkirin ku di nava van da keçikên bilîsans ên ji Erxeniyê jî hene ku dildarên fitbolê ne.

40 keçên ku temenê wan di navbera 12-25 saliyê da diguhere û herwiha hinek jê bi kîlometreyan rê dimeşin û hinek jê jî bavên wan bi motosîkletê wan vediguhezînin, di bin sîwana Makam Spor ku sê sal berê hatiye damezirandin da beşdarî antrenman û pêşbirkan dibin. Herwiha ev keçên ku bûne dildarê fitbolê, hedefa xwe jî mezin kirine û dixwazin îsal bibin şampiyon û saleke din hevrazî lîga jorê bibin.

Keçên ku piştî dibistanê, dema xwe li Kompleksa Werzişê ya Erxeniyê bi antrenmanan ra derbas dikin, bi xwe bawer in.

Herwiha ev keç gelekî dixebitin da ku di lîga profesyonel û tîma neteweyî da formayê li xwe bikin û bi awayê herî baş û serkeftî nûnertiya Tirkiyeyê bikin.

- "Ez carinan 6 kîlometre dimeşim"

Ji lîstikvanan Nurcan Aslanoglu ku xelkê gundê Pinarkayaya 6 kîlometre dûrî navçeyê ye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ji bo ku antrenmanê nemîne, ew carinan bi meşê diçe Kompleksa Werzişê ya Erxeniyê.

Aslanogluyê diyar kir ku di malbata wê da herkes ji fitbolê hez dike û lewma jî ji bo ku fitbolê bileyîze ew hewil dide ku çi tengasî derkeve pêşiyê, xwe jê rizgar bike.

Aslanogluyê bal kişand ku ew gelekî ji fitbolê hez dike û wiha dewam kir, "Dema ji dibistanê dertêm, ez tême vê derê. Ez carinan 6 kîlometre dimeşim. Ji ber ku ez ji fitbolê hez dikim, lewma ez li ber vê zehmetê li ber xwe didim. Armanca min ew e ku di Lîga 1emîn a Jinan da formaya Beşiktaşê li xwe bikim. Ez dixwazim Erxeniyê û welatê xwe temsîl bikim."

- Bi motosîkletê keça xwe dibe antrenmanê

Irmak Bayhana ku ji stêrkên tîmê ye, piştî dibistanê diçe malê û saetekê dixebite û spartekên xwe çêdike.

Piştevanê herî mezin ê Bayhanê bavê wê Talip Bayhan e ku ew jî keça xwe bi motosîkletê ji bo antrenmanê dibe Kompleksa Werzişê ya Erxeniyê.

Bayhanê diyar kir ku eleqeya wê ya fitbolê di dibistanê da dest pê kir û herwiha ew gelekî ji fitbolê hez dike.

- "Piştevaniya malbatan me kêfxweş dike"

Ji antrenorên Makam Sporê Dîlan Şahînê jî destnîşan kir ku fitbolîstên wan di şertên dijwar da beşdariya xebatan dikin û wiha got:

"Nûnerê Diyarbekirê yê Lîga 3yemîn bi tenê em in. Xetere çêbû ku kulup were girtin, lêbelê me destûr neda. Me nexwest em keçên xwe tenê bihêlin. Armanca me ew e ku pêşiyê em hevrazî Lîga 2yemîn bibin û dû ra jî ya 1emîn. Herwiha malbatên keçên me piştgiriyeke cidî pêşkêş dikin. Hinek jê, bavên wan, wan tînin antrenmanan. Piştevaniya malbatan me kêfxweş dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın