Spor

Dîrektorê teknîkî yê Galatasarayê Buruk: Hedefa me ew e em Liverpoolê têk bibin û ji tûrê derbas bin

Dîrektorê teknîkî yê tîma sor û zer Okan Buruk: "Xeyalê min ew e em li vir ji tûrê derbas bibin û wisa vegerin. Înşellah em ê vê xeyalê xwe pêk bînin"

Emrah Oktay  | 18.03.2026 - Rojanekırın : 18.03.2026
Dîrektorê teknîkî yê Galatasarayê Buruk: Hedefa me ew e em Liverpoolê têk bibin û ji tûrê derbas bin

Liverpool

Dîrektorê teknîkî yê Galatasarayê Okan Buruk diyar kir ku xeyalê wan ew e ku di maça rovanşa tûra 16ên dawîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da ya ku îro dê li deplasmanê li hemberî Liverpoola nûnera Îngiltereyê bilîzin, encameke baş werbigirin û derkevin çaryek fînalê.

Galatasaray Teknik Direktörü Buruk: Buradan turu geçerek ayrılmayı hayal ediyorum

Buruk berî milmilaneya ku dê li Stada Anfieldê bi dema Tirkiyeyê di saet 23.00yan da dest pê bike, di civîna çapemeniyê da daxuyanî dan. Gabriel Sarayê yarîzanê Brezîlyayî yê navîna yarîgehê jî beşdarî civînê bû.

Buruk di axaftina xwe da bal kişand ku ne tenê ji bo Galatasarayê, ew ê ji bo fitbola Tirk jî maçeke giring bilîzin û wiha got, "Di serhatiya me ya Lîga Şampiyonan da pêş û paşbûnên me çêbûn lêbelê ji bo me bû ezmûn. Divê em vê azmûnê di yarîgehê da nîşan bidin. Em ê li hemberî tîmeke pir baş bilîzin. Me vê sezonê reqîbê xwe 2 caran têk bir lê ev li yarîgeha me bû. Niha dema serhatiyeke nû ye. Em ê li deplasmanê bilîzin. Ez bi yarîzanên xwe zehf bawer im. Em tîmeke baş in. Xeyalê min ew e em li vir ji tûrê derbas bibin û wisa vegerin. Înşellah em ê vê xeyalê xwe pêk bînin. Heger em tûrê derbas kin em ê pir kêfxweş bin. Ku em bi ser nekevin em ê pir xemgîn bin. Em ê wisa nefikirin û nebêjin ku em heya vir hatin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın