Dîrektorê teknîkê yê Galatasarayê Okan Buruk: Ji bo me serbilindiyeke mezin e ku me îsal Liverpool du caran têk bir
Istanbul
Dîrektorê Teknîkê yê Galatasarayê Okan Buruk diyar kir, di pêşbirka ewil a 16 tûrên dawî ya Lîga Şampiyonên UEFAyê da wan Liverpool 1-0 têk bir û ew dikarin li hemberî vê tîmê rovanşê jî qezenc bikin.
Buruk piştî pêşbirka ku li RAMS Parkê hat lîstin, di civîna çapemeniyê da daxuyanî da.
Buruk daxuyand ku wan şeveke girîng derbas kir û wiha dewam kir, "Reqîbê me ji tîmên girîng ên Ewropayê yek e. Di Lîga Şampiyonan da me berê jî di pêşbirka Liverpoolê da qezenc kiribû, lê çîroka vê pêşbirkê cudatir e. Em di 16ên dawî da ne, periyod wê ji du pêşbirkan pêk were. Me gelekî baş dest bi pêşbirkê nekiribe jî gola ku me avêt, têra me kir. Pozîsyonên her du tîman jî pir zêde çêbûn. Bi min pêşbirkeke baş bû. Ji bo fitbola Tirk û puanê welêt serkeftineke bi qîmet e. Ji bo me serbilindiyeke mezin e ku me îsal tîmeke evqas mezin û girîng du caran têk bir. Ez spasdarê lîstikvanên xwe me. Spasiya alîgirên me jî dikim. Xwezî di pêşbirka deplasmanê da jî li cem me bûna. Ew hêzeke mezin dide me, lê em ê ji bo wan hewl bidin ku ya herî baş bi dest bixin."
Okan Buruk diyar kir, 18ê Adarê roja çarşemê pêşbirka rovanşê ya li deplasmanê wê pir cuda be.
Buruk got ku Liverpool xwediyê fitbolîstên bi talûke ye û wiha dewam kir, "Li wê derê pêşbirkeke cudatir li benda me ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
