Di Lîga Şampiyonan da tîmên ku ji fînala çaryekê ra man eşkere bûn
Istanbul
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Lîverpool, Bayern Munîh, Barcelona û Atletîco Madrîd ji fînala çaryekê ra man.
Pêşbirkên rovanşê yên tûra 16emîn a dawîn ên organîzyona sereke ya di asta klûbên sereke ya futbola Ewropayê da bi 4 pêşbirkan va bi dawî bûn.
Galatasaraya ku li hemberî tîma Îngiltereyê Lîverpoolê li qada xwe 1-0 bi ser ket, piştî ku di pêşbirka rovanşê da 4-0 têk çû, xatir ji turnuvayê xwest û Lîverpool derbasî fînala çaryekê bû.
Tîma Almanyayê Bayern Munîha ku li deplasmanê 6-1 tîma Îtalyayê Atalantayê têk bir jî li qada xwe 4-1 têk bir û derbasî fînala çaryekê bû.
Tîma Îspanyayê Atletîco Madrîda ku tîma Îngiltereyê Tottenhamê li qada xwe 5-2 têk bir jî li deplasmanê 3-2 têk çû, lê dîsa jî derbarî fînala çaryekê bû.
Tîma Îspanyayê Barcelonaya ku li deplasmanê 1-1 beranber ma, li qada xwe tîma Îngiltereyê Newcastle Unîtedê 7-2 têk bir û navê xwe di fînala çaryekê da nivîsandin.
Li gor van encaman tîmên ku wê di fînala çaryekê da bên pêşberî hev ev in:
PSG (Fransa) - Lîverpool (Îngiltere)
Real MadrÎd (Îspanya) - Bayern Munîh (Almanya)
Barcelona (Îspanya) - Atletîco Madrîd (Îspanya)
Sporting (Portekiz) - Arsenal (Îngiltere)
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
