Spor

Di etaba yekem a Tûra Bîsîkletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 60emîn da Sîmon Dehaîrs bû yekemîn

Erkan Tiryaki, Emre Aşıkçı  | 29.04.2025 - Rojanekırın : 30.04.2025
Di etaba yekem a Tûra Bîsîkletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 60emîn da Sîmon Dehaîrs bû yekemîn

Antalya

 Werzişvanê Belçîkayî Sîmon Dehaîrsê ji tîma Alpecîn-Deceunînck etaba yekem a Tûra Bîsîkletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 60emîn (TUR 2025) qezenc kir.

Dehaîrs etaba yekem a pêşbirkê ya ku li ser rêya 132 kîlomêtroyî ya li Antalyayê hat lidarxistin, di nav 2 saet û 51 deqîqe û 4 saniyeyan da xelas kir û bû yekemîn.

Werzişvanê Îtalyayî Matteo Malucelliyê ji tîma XDS Astanayê bû duyem, Werzişvanê Belçîkayî yê ji tîma Team Flanders-Baloîseyê Jules Hesters jî bû sêyemîn.

Piştî vê encamê Dehaîrs di klasmana giştî da derket lûtkeyê û "mayoya turkuaz" li xwe kir.

Wîllem Smîtê ji Afrîkaya Başûr ku ji tîma Chîna-Glory-Metechê ye jî di klasmanên sprînt û bedewiyên Tirkiyeyê da di lûtkeyê da cî girt.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.