Di etaba 2yem a Tûra Bîsîkletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 60emîn da werzişvanê Holandî Tibor Del Grosso bû yekem
Di etaba duyem a tûrê da werzişvanê Holandî Tibor Del Grossoyê ji tîma Alpecin-Deceuninckê bû yekem

Antalya
Werzişvanê Holandî Tibor Del Grossoyê ji tîma Alpecin-Deceuninckê di etaba 2yem a Tûra Bîsîkletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 60emîn (TUR 2025) da bû yekem.
Di etaba Kemer-Kalkanê ya pêşbirkê da 160 werzişvanên ji 23 ekîban, di parkura 167,4 kîlometreyî da pedal zivirandin.
Tibor Del Grosso di 3 saet û 58 deqîqe û 40 saniyeyî da etaba 2yem a TUR 2025an kuta kir û bû yekem. Werzişvanê 21 salî yê ku yekemîntiya ewil a etabê ya kariyera xwe bi dest xist, bû werzişanê herî ciwan ê 13em ku di dîroka TURê da di etabê da bi ser ket.
Di vê etabê da her wiha Giovanni Lonardiyê Îtalyan ê ji tîma Team Polti Visitmaltayê bû duyem, Lander Loockxê Belçîkayî yê ji tîma Tietema Rocketsê jî bû sêyem.
Tibor Del Grossoyê yekemê klasmana giştî, mayoyê turkuaz li xwe kir. Di dawiya vê tûrê da Vinzent Dronê ji tîma Bike AID wekî hilkişînerê herî baş mayoya sor bi dest xist.
Jon Aberasturiyê ji tîma Euskaltel-Euskadiyê wekî sprînterê herî baş mayoya kesk û Williem Jakobusê ji tîma China Glory jî ji kategoriya Prîmên Bedewiyên Tirkiyeyê mayoya spî bi dest xist.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.