Di Basketbolê da hemû lîg bêyî ku şampiyon bên îlankirin û ji komê bikevin dawî bûn
Federasyona Basketbolê ya Tirkiyeyê (TBF) daxuyand ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hemû lîg bêyî ku şampiyon bên îlankirin û ji komê bikevin dawî bûn.
Istanbul
Federasyona Basketbolê ya Tirkiyeyê (TBF) daxuyand ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hemû lîg bêyî ku şampiyon bên îlankirin û ji komê bikevin dawî bûn.
Li gor daxuyaniya TBFyê ji ber tevdîrên şewba vîrusa koronayê lîgên basketbolê yên ku hatibûn taloqkirin piştî şêwra bi FIBA, Lijneya Tenduristiyê ya TBFyê û hemû kluban hatin dawîkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin tenduristiya basketbolvanan, rahêneran û malbatên wan ji pêşbirkan girîngtir e û ji ber vîrusa koronayê hemû lîg bêyî ku şampiyon bên îlankirin û ji komê bikevin dawî bûn.