Spor

Davîd Lappartîent pesnê Tura Duçerxiyê ya Serokomariyê da

Bozhan Memiş  | 19.01.2026 - Rojanekırın : 20.01.2026
Davîd Lappartîent pesnê Tura Duçerxiyê ya Serokomariyê da

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - BOZHAN MEMÎŞ - Serokê Yekîtiya Duçerxiyan a Navneteweyî (UCI) û Endamê Komîteya Olîmpiyatê ya Navneteweyî (IOC) Davîd Lappartîent diyar kir ku Tura Duçerxiyê ya Serokomariyê pêşbirkeke wisa ye ku li cîhanê tê şopandin.

Davîd Lappartîentê ji bo Kongreya Yekîtiya Duçerxiyan a Balkanan (BCU) hat Stenbolê, pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin.

Lappartîent kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew li Stenbolê ye û got Serokê Federasyona Duçerxiyan a Tirkiyeyê û Yekîtiya Duçerxiyan a Balkanan Emîn Muftuoglu karên girîng kiriye.

Lappartîent daxuyand ku ji 12 welatan beşdar di çalakiyeke xweş da li hev civiyan ku li ser dahatûya duçerxiyê ya li Balkanan nîqaşê bikin û wiha got: "Ez ji hemû welatan dibîhîzim ku ew ji ber vê çakaliya hêja û pêşwaziya germ pir kêfxweş in. Ev jî pir girîng e, jixwe tu guman tunebû, gelê Tirkiyeyê wisa ye."

Davîd Lappartîent pesnê Tura Duçerxiyê ya Serokomariyê da û wiha axivî: "Ez dikarim ji we ra vê bibêjim ku gelek kes vê pêşbirkê temaşe dikin. Ez ê bi çîrokeke pir kurt va biqedînim. Di 2yê Gulana 2011an da civîneke min bi Serokomarê Fransayê Nîcolas Sarkozy ra hebû. Dema ku ez çûm ofîsa wî, ez hîn bûm ku ew heyranê duçerxiyê ye. Wî ji min re got, 'Davîd te duh Tura Tirkiyeyê temaşe kir?' Min got, 'Na.' Wî jî got, 'Min duh Tura Tirkiyeyê temaşe kir. Te duçerxîvanê Frensî Thîbaut Pînot dît? Ew pir baş e.' Tura Tirkiyeyê pêşbirkeke pir xweş e. Serokomar Sarkozy jî Tura Tirkiyeyê temaşe dikir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.