Spor

Dîrektorê teknîkê yê nû yê Fenerbahçeyê Tedesco piştgiriya alîgiran dixwaze:

Can Öcal  | 10.09.2025 - Rojanekırın : 11.09.2025
Dîrektorê teknîkê yê nû yê Fenerbahçeyê Tedesco piştgiriya alîgiran dixwaze:

Istanbul

Domenico Tedescoyê Îtalyan ku ji bo wezîfeya dîrektoriya teknîkê ya Tîma Fitbolê ya Fenerbahçeyê pê ra li hev kirin, diyar kir ku pêdiviya wan bi piştgiriya alîgirên Fenerbahçeyê heye.

Domenico Tedesco daxuyanî da kanala YouTubeyê ya kulûba zer û lacîwerdî.

Zilamê teknîkê yê Îtalyan diyar kir, ew pir kêfxweş e ku bi Fenerbahçeyê ra li hev kir û wiha dewam kir, "Bi rastî jî atmosfer pir xweş e. Dema ez hatim, nîvê xebatkarên vê derê li benda min bûn. Tesîra vê li ser min çêbû. Hûn kevneşop û hezkirina vê li derê hîs dikin."

Tedesco li ser armancên kulûba Fenerbahçeyê sekinî û wiha dewam kir, "Di her turnuvayê da em ya herî baş dixin armanc. Ji bo ku em di hemû pêşbirkan da ya herî herî baş bi dest bixin em li vê derê ne, lê ji bo ku em vê bikin jî divê em ji destpêkê va pir baş bixebitin. Di van turnuvayan da ji bo ku em bigihêjin armancên xwe, divê em pir bixebitin. Di lîg û Ewropayê da armancên me hene."

Domenico Tedesco ji alîgiran ra jî peyam şand û wiha got, "Ez ji bo dîrektortiya teknîkê ya alîgirên me pir şanaz im. Ji bo ku em di pêşbirkan da bigihêjin armancên xwe, pêdiviya me bi her kesî heye. Beriya her tiştî pêdiviya me pê heye ku em bibin malbat. Pêdiviya me bi piştgiriya alîgirên me heye. Ez şanaz im ku hatim vê derê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.