Spor

Cuneyt Çakir dê pêşbirka Chelsea-Valenciayê bi rê va bibe

Dadwer Cuneyt Çakir ku xwedî kokarta FIFAyê ye, dê pêşbirka tîma Îngiltereyê Chelseayê û nûnera Îspanyayê Valenciayê bi rê va bibe.

Önder Beyter  | 15.09.2019 - Rojanekırın : 17.09.2019
Cuneyt Çakir dê pêşbirka Chelsea-Valenciayê bi rê va bibe

Istanbul

ÎSTANBUL

Dadwer Cuneyt Çakir ku xwedî kokarta FIFAyê ye, di Gruba H ya Lîga Şampiyonan UEFAyê da dê pêşbirka hefteya yekemîn ku di navbera tîma Îngiltereyê Chelseayê û nûnera Îspanyayê Valenciayê da dê 17ê îlonê roja sêşemê were leyîstin, bi rê va bibe.

Li gorî agahiya li ser malpera UEFAyê, Cuneyt Çakir dê yariya ku dê li Yarîgeha Stamford Bridge a li Londona paytextê Îngiltereyê bi dema Tirkiyeyê saet 22.00yan da dest pê bike, bi rê va bibe û herwiha Bahattin Duran û Tarik Ongun jî dê alîkariya wî bikin. Dadwerê çaremîn ê yariyê jî Huseyîn Gokçek e.

Di milmilaneyê da wekî Dadwerê Alîkar ê Vîdeo (VAR) Mete Kalkavan, Dadwerê Alîkar ê Vîdeoya Asîstan (AVAR) jî Ali Palabiyik dê peywirê bi cih bînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın