Cocu ji dîrektoriya Fenerbahçeyê hat hildan
Philip Cocuyê dîrektorê teknîkê yê Kulûba Fenerbahçeyê ji wezîfeyê hat hildan
Istanbul
ÎSTANBUL
Fenerbahçeyê dîrektorê teknîkê yê Hollendî Phillip Cocu ji wezîfeyê hat hildan.
Kulûba zer û lacîwerdî daxuyand ku zilamê teknîkê yê Hollendî ji wezîfeyê hat hildan.
Di daxuyaniya li ser malpera înternetê û hesabên medyaya civakî yên kulûbê da wiha hat gotin: "Dîrektorê me yê teknîkê yê Tîma Fitbolê ya Ayê Phillip Cocu ji vê êvarê pê va ji wezîfeyê hatiye hildan."
Piştî ku Phillip Cocu ji wezîfeyê hat hildan û pê va di Lîga Spor Toto Superê da dîrektorê teknîkê yê biyanî neman.