Çiyayê Yildizliyê bi pereşûtên berpalê va şên bû
Li Erdexanê Tabyaya Remezanê ya li ser Çiyayê Yildizliyê bi paraşûtên berpalê va rengîn bû
Ardahan
Li Erdexanê Tabyaya Remezanê ya li ser Çiyayê Yildizliyê bi paraşûtên berpalê va rengîn bû.
Antrenorê pereşûta berpalê Levent Gunher li ser daxwazên kirina vê sporê li Erdexanê qurs vekir.
Gunherê hîndekarê pispor li ser tabyaya ku dîroka wê heya Urartuyan diçe û Selçûqî û Osmaniyan jî ji bo ewlehiyê xebitandine, perwerdeya pereşûta berpal da 10 kesan.
Perwerde nêzî 3 hefteyan dewam kir. Di perwerdeyê da kesên beşdarî qursê bûn li ser esmanê Erdexanê firînên perwerdeyê kirin û bi pereşûtên xwe yên rengîn va firîn.
Antrenorê pereşûta berpalê Levent Gunher daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku perwerdeya wan baş derbas dibe.
Gunher got ku Tabyaya Remezanê seba vê perwerdeyê cihekî pir kêrhatî ye û wiha dewam kir, "Li rojava gelek kes vê çalakiyê ikin. Mexseda me li van herêman xebitandina pereşûta berpalê zêde bibe."
Îlkay Gungorena endama Qulûba Sporê Hewayî û Siruştî ya Erdexanê jî perwerdeya pereşûta berpalê hilda. Gungorenê diyar kir ew bi dixwazin bi çalakiyên pereşûta berpalê va danasîna Erdexanê jî bikin.