Spor

Cezayê Ronaldinho vegerandin hebsa malê

Fitbolîstê stêrk ê berê yê Brezîlyayî Ronaldo de Assis Moreira ku bi navê "Ronaldinho" navdar e û bi îdiaya verastkirina pasaporta sexte li Paraguayê hat girtin û 6 meh cezayê hebsê xwar, derbasî hebsa malê kirin.

Önder Beyter  | 08.04.2020 - Rojanekırın : 09.04.2020
Cezayê Ronaldinho vegerandin hebsa malê

Ankara

Fitbolîstê stêrk ê berê yê Brezîlyayî Ronaldo de Assis Moreira ku bi navê "Ronaldinho" navdar e û bi îdiaya verastkirina pasaporta sexte li Paraguayê hat girtin û 6 meh cezayê hebsê xwar, derbasî hebsa malê kirin.

Hat destnîşankirin ku Ronaldinho û birayê wî Assis piştî ku 32 rojan di girtîgehê da man, bi berdêla 1,6 milyon dolar kefaletê hatin berdan.

Hat diyarkirin ku cezayê herduyan vegerandin hebsa malê û lewma jî dê cezayê xwe mayîn li paytextê Paraguayê Asuncionê di otêlekê da temam bikin.

Ronaldinho û birayê wî Assis di 6ê adarê da hatibûn girtin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın