Busenaz Surmeneliyê di Şampiyoniya Boksê ya Dinyayê ya Jinan da madalyaya zêr qezenc kir

Nis
Busenaz Surmeneliyê di Şampiyoniya Boksê ya Dinyayê ya Jinan a ku li Sirbîstanê hat lidarxistin da di 66 kîloyê da madalyaya zêr qezenc kir.
Şampiyonî li Navenda Sporê ya Caîrê ya bajarê Nişê hat lidarxistin.
Busenaza ku di jimareya 1emîn a serî da cî digire di şampiyoniyê da derket pêşberî hevrika xwe Navbakhor Khamîdovaya ku ji Ozbekistanê ye.
Busenaza ku di her sê gavan da jî li hemberî hevrika xwe pir baş lîst, di pêşbirkê da 5-0 bi ser ket û bû şampiyona dinyayê.
- Şampiyoniya dinyayê ya 3 caran a li pey hev
Boksora neteweyî Busenaz Surmenelî di 3 şampiyoniyên dawî yên dinyayê yên ku beşdar bûn da madalyaya zêr bi dest xist.
Boksora neteweyî piştî sala 2019 û 2022yan di sala 2025an da jî bû şampiyona dinyayê.
Werzişvana neteweyî ya 26 salî di Lîstikên Olîmpiyatê yên Tokyo 2020î da madalyaya zêr bi dest xistibû, ji bilî vê di Lîstikên Ewropayê û Behra Spî da jî ew xwediyê madalyaya zêr e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.