Tirkiye, Spor

"Bi tu awayî digel kesên ku bi hişbirê nêzîkî we dibin xeber nedin"

Soylu: Bi tu awayî bi wan kesan ra xeber nedin ku di destê wan da bi hişbirê nêzîkî we dibin û Nebî nebî hûn guhê xwe bidin wan."

Türkan Tosun  | 17.09.2018 - Rojanekırın : 18.09.2018
"Bi tu awayî digel kesên ku bi hişbirê nêzîkî we dibin xeber nedin"

Hakkari

HAKKARΠ

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Hekariyê beşdarî merasima vekirina sala nû ya 2018-2019an a perwerde û hîndekariyê bû û wiha bangî xwendekaran kir: "Bi tu awayî bi wan kesên ku di destê wan da bi hişbirê nêzîkî we dibin û dibêjin 'Ha ji te ra vê hebê bixwe, tu yê pir rihet bî, zihnê te dê vebe' ra xeber nedin. Jehra ku didin we zêna we venake, bereksê wê jiyana we reş dike. Nebî nebî hûn guhê xwe bidin wan."

Wezîr Soylu li navçeya Çukurcayê di Dibistana Ataturkê da beşdarî bernameya vekirinê ya sala nû ya 2018-2019an a perwerde û hîndekariyê bû û li wir axivî.

- "Hêviya me xurt e"

Soylu got bila sala nû ya perwerde û hîndekariyê li ser xêrê be û wiha axivî: "Heke zarokên me bextewar bin, mamosteyên me bikaribin di nav aramî û ewlehiyê da dersên xwe bidin, zarokên me di pêşbirkan da bi ser bikevin, hêviya welatê me zindî dimîne. Ev hêvî jî ji bo jiyanê hêzê dide mirov, lewra hewcedariya însanan her tim bi hêviyê heye. Ji ber vê ye ku yên xwestin rê li ber vî gelî bigrin hêviyên gel hedef girtin. Hewl dan dibistanên me, zanîngehên me, hêvî û dahatûya me tevlihev bikin. Pirtûkxaneyên me xirab kirin, mamosteyên me şehîd kirin. Lê çi kirin jî bi ser neketin. Ew bi xwe tune bûn, di nav dinyaya xwe ya reş da man."

Soylu got ew ji bo bernameya sala par jî li Kozluka Batmanê bûye û mamosteya hatibû şehîdkirin li wir hatiye bi bîr anîn, niha jî ew, wezîrên din, mamoste, xwendekar, walî û weliyên zarokan her kes bi hev ra li ser piya ne û dixebitin.

Soylu ji xwendekaran ra got ew li Çukurcayê perwerdeyê dibînin lê di dahatûyê da ewê bibin mamoste, doxtor, endezyar, avahîsaz, bestekar û wiha dewam kir: "Ji rikê hinekan ra evê bibin. Ji rikê kesên ku me ji hevdu diqetînin ev tişt wê bibin, lewra nefesa wan, hêviya wan xilas bû. Di dîroka dinyayê da xêra jihevduveqetandinê nehatiye dîtin."

Wezîr soylu behsa yekîtiya gelê Elewî, Sunî, Tirk, Kurd, Ereb, Eceman kir, ji malbat û mamosteyan ra got di perwerdeya zarokan da barekî giran dikeve li ser milê wan, lewra ew rêber in.

- Ji xwendekaran ra hişyariya hişbirê

Der barê kesên hişbirê difroşin û zarokan dixin dafika xwe da jî Soylu hişyarî da xwendekaran û wiha got: "Bi tu awayî bi wan kesên ku di destê wan da bi hişbirê nêzîkî we dibin û dibêjin 'Ha ji te ra vê hebê bixwe, tu yê pir rihet bî, zihnê te dê vebe' ra xeber nedin. Jehra ku didin we zêna we venake, bereksê wê jiyana we reş dike. Nebî nebî hûn guhê xwe bidin wan. Herin ji polês, cendirme û hêzên ewlehiyê ra bibêjin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.