Bi gola ku Arda Guler qedera ji 70 metreyî dûrî qeleyê avêt va Real Madrîdê Elche 4-1 têk bir
Istanbul
ÎSTANBUL (AA) - Arda Gulerê yarîzanê neteweyî yê di LaLîgaya Îspanyayê da formaya Real Madrîdê li xwe dike, di maça ku Elche 4-1 têk birin da qedera ji 70 metreyan gol avêt û dexmeya xwe li maçê da.
Real Madrîda ku di hefteya 28em a LaLîgayê da Elche ezimand, di deqîqeya 39em da bi gola Antonio Rudiger, di deqîqeya 44em da bi gola Federico Valverde û di deqîqeya 66em da jî bi gola Dean Huijsen va 3-0 da pêşiyê. Elcheyê di deqîqeya 85em da bi gola ku Manuel Ibanez avêt qeleya xwe va ferq daxist 2 golan.
Di deqîqeya 89em a milmilaneyê da Arda Guler dît ku qelevan ji qeleya xwe bi pêş da hat û li ser vê, ji nîvpara tîma xwe ya qadê ji mesafeyeke bi qasî 70 metreyî dûrî qeleyê li gogê da û kir gol. Bi vê gola xwe va Guler bal kişand ser xwe û skora maçê diyar kir.
Real Madrîda ku maç 4-1 qezenc kir, pûanê xwe derxist 66an û ferqa pûanê xwe û yê Barcelonaya ku lîder e û maçeke wê kêm e, daxist yekê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
