Beşîktaşê Zecorner Qeyserîspor 4-0 têk bir
Sergen Yalçinê Dîrektorê Teknîkî yê Beşîktaşê: "Li ser navê Beşîktaşê ji îro û pê va lîstik û skoreke mirov dikare qebûl bike hebû. Lewma jî ez spasiya lîstikvanên xwe dikim"

Kayseri
Sergen Yalçinê Dîrektorê Teknîkî yê Beşîktaşa ku di maça ji hefteya yekem a Lîga Super a Trendyolê hatibû taloqkirin da Zecorner Qeyserîspor 4-0 têk bir, diyar kir ku ew kêfxweş in ku ew bi skoreke cuda bi ser ketin.
Yalçin piştî maçê di civîna çapemeniyê da axivî û da bibîrxistin ku hefteya çûyî di maça Goztepeyê da ew bi awayekî xedar têk çûn û wiha dewam kir, "Îro em bi ser ketin û ji hêla moral û motîvazyona me va gelek giring bû. Serkeftineke rehet bû. Ez spasiya lîstikvanên xwe dikim. Ez her wiha wan tebrîk dikim, pir baş têkoşiyan."
Yalçin bal kişand ku tîm timî bi kadroyên cuda derdikeve maçê û lewma ew kadroyê nikarin bidin ser hev û wiha dewam kir:
"Kadroya me pir bi kêmasî bû. Di maça me ya dawîn da jî 10-12 lîstikvanên me disekinin. Em bi lîstikvanên din ra dilîzin. Me nikaribû em lîstikvanan bînin cem hev û wan bidin ser hev. Lê êdî em ê di maçên din da tam qadro bilîzin. Li ser navê Beşîktaşê ji îro û pê va lîstik û skoreke mirov dikare qebûl bike hebû. Lewma jî ez spasiya lîstikvanên xwe dikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.