Beşîktaşê 3 puan bi 4 golan va sitandin
Istanbul
Di hefteya 23yem a Lîga Superê ya Trendyolê da Beşîktaşê li yarîgeha xwe Goztepe 4-0 mexlûb kir.
Bi vê xalibiyetê va rêzetêkneçûna Beşîktaşê derket 12 maçan.
Beşîktaşa ku bi encamên maçên nîvê yekem ê lîgê va milmilaneya şampiyontiyê ji dest da, piştî maça derbiyê ya bi Fenerbahçeyê ra ya 3-2 têk çû, êdî hew hişt ku hevrikên wê 3 puanî bistînin.
Tîma reş û spî ya ku di vê pêvajoyê da her yek jê 6 xalibiyet û beramberî bi dest xist, di maçên Antalyaspor, Fatih Karagumruk, Çaykur Rizespor, Kayserispor, TUMOSAN Konyaspor û RAMS Başakşehirê da bi ser ket, di maçên Samsunspor, Gaziantep FK, Trabzonspor, ikas Eyupspor û Alanyasporê da jî berambere ma.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
