ANKARA
Di maça ewil a tûra 2yem a Lîga Şapiyonan a UEFAyê da Basel tîma Swîsreyê û Portoya tîma Portekizê 1-1 beramber man.
Pêşbirk li bajarê Baselê hat lîstin. Di deqîqeya 11an da Gonzalez gol avêt û Basel pêş ket. Di deqîqeya 79an da Danîlo gol avêt û pêşbirk beramber qediya.
Rowanşa pêşbirkê wê di 10ê adarê da li Portekizê bê lîstin.