ANKARA
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de 2 pêşbirkên ewil ên tura 2yemîn hatin kirin û di herdu pêşbirkan de jî tu tîm bi ser neket.
Nûnerê Fransayê Parîs Saînt Germaîn bi Chelseaya nûnerê Îngilistanê re hat hemberî hev. Gola ewil a pêşbirkê di deqîqeya 36an de Ivanovîc avêt û Chelsea 1 û 0 bi pêş ket.
Di nîva ewil de tu gol nehat lê di deqîqeya 54emîn a nîva duyemîn de ji Parîs Saînt Germaîn a nûnerê Fransayê Cavani golek avêt û skor bû 1 û 1.
Ji bilî vê tu gol nehat avêtin û pêşbirk bi vê skorê bi dawî bû.
Tîma Ukraynayê Shakthtar Donetsk jî li mala xwe Bayern Munîha tîma Almanyayê ezimand û di vê pêşbirkê de jî qet gol nehatin avêtin û pêşbirk 0 û 0 bi beramberî qediya.
Rovanşên van pêşbirkan di 11ê Adarê de li Almanya û Îngilistanê wê bên kirin.