Spor

Arjantînê pêşbirka bi Îsraîlê ra betal kir

Pêşbirka amadehiyê ya ku pîlan dikirin li Qudsê di navbera taximên neteweyî yên Arjantîn û Îsraîlê da were lîstin hat betalkirin.

Haydar Şahin  | 06.06.2018 - Rojanekırın : 06.06.2018
Arjantînê pêşbirka bi Îsraîlê ra betal kir

Bolivar

BOGOTA 

Pêşbirka amadehiyê ya ku pîlan dikirin li Qudsê di navbera taximên neteweyî yên Arjantîn û Îsraîlê da were lîstin hat betalkirin.

Li gor xeberên di çapemeniya Arjantînê da hatin weşandin Federasyona Fitbolê ya Arjantînê li ser bertekên ku bi taybetî jî bi destê Filistîniyan hatin nîşandan ji hevtayên xwe yên Îsraîlê ra gotin ku pêşbirka di 9ê hezîranê da were lîstin betal kirine.

Di xeberan da hat gotin ku Jorge Sampaoliyê Direktorê Teknîkî yê Taxima Neteweyî ya Arjantînê di serî da jî li hemberî vê pêşbirka amadehiyê derdiket û gogbazan jî bi çavê neyînî li vê pişbirkê mêze dikir.

Gonzalo Higuainê gogbazê ji Arjantînê daxuyanî da televizyona ESPNyê.

Higuain got ku betalkirina pêşbirkê bi kêrî civakî tê û wiha axivî: "Di dawiyê da biryara rast hat dayîn û ev mijarê êdî derbas bû. Li gor me jî neçûyîn biryareke rast e."

Welatiyên Filistînê li gelek ciyan di protestoyan da gotin ku pêşbirk ew ê kêrî hewlên meşrûnîşandana dagirkirina Qudê were û li Barcelonaya ku Arjantînê lê amadehiyên xwe didomand jî çalakiya protestoyê li dar xistibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın