8emîn Korbenda Ethnosportsê li Antalyayê dest pê kir
Antalya
Serokê Yekîtiya Ethnosportsê ya Cîhanê Necmeddîn Bîlal Erdogan got, "Ethnosports 2027 dê bibe sembola vejîna werzişên kevneşopî, wê rêyeke bihêz bide vê qadê û dê wekî gaveke giring di tevgereke gerdûnî da ku pireyan di navbera çandan da ava bike û aştî û hevgirtinê xurt bike, di dîrokê da bê tomarkirin."
Li Navenda Geştiyariyê ya Belekê ya ser bi Serika navçeya Antalyayê 8emîn Korbenda Etnosporê dest pê kir.
Di vekirina korbendê da ku Ajansa Anadoluyê (AA) hevkarê wê yê ragihandina global e, Serokê Yekîtiya Ethnosportsê ya Cîhanê Erdogan gotarek pêşkêş kir.
Erdogan anî ziman ku Korbendên Ethnosportsê bûye bihevrabûneke malbatî û got, "Her yek ji me, dema ku me şopandina kokên xwe dikir, me hevdu dît. Van şopan nîşan da ku bav û kalên me di heman rêyan da meşiyane."
Erdogan diyar kir ku wan fêm kir ku şêwaz, deng, xwarin û lîstik bi hev va girêdayî ne û keşf kirine ku her çend xwedî taybetmendiyên cuda bin jî, ew hemî di heman çîrokê da ne û ev yek wan kelocanî dike û wiha pê da çû:
"Me bal kişandiye ser werziş û lîstikên kevneşopî û me nîşan da ku ev mîrate, karakter, sebir, wêrekî û rihê hevgirtinê yê neteweyekê zindî dihêlin. Em bawer dikin ku parastina mîratê û vegerandina wê bo pêşberî jiyanê berpirsiyariyeke giring e ji bo misogerkirina berdewamiya çandî."

