Tirkiye

Zanyaran cureyên kesayetiyê di 4 koman da berhev kirin

Li gor lêkolîneke Amerîkayê cureyên kesayetiyê di 4 koman da hatin berhevkirin.

Türkan Tosun  | 18.09.2018 - Rojanekırın : 25.09.2018
Zanyaran cureyên kesayetiyê di 4 koman da berhev kirin

Ankara

ANKARA

Di lêkolîna zanyarên Amerîkî da cureyên kesayetiyê di 4 koman da hatin berhevkirin.

Hûrgiliyên lêkolînê di kovara "Nature Human Behaviour"ê da hatin weşandin.

Li gor vê lêkolîna ku li cihanê li ser milyon û nîvek mirovî hatiye kirin kesayetiya însanan di bin 4 serenavan da tên berhevkirin ku ew; mirovên ji rêzê, yên şermok, yên her tim dibêjin ez û ez û yên kesan ji xwe ra mînak (model) hildidin.

Ji Fakulteya Endezyariyê ya McCormickê ya Zanîngeha Northwesternê Luîs Amaral serokatiya lêkolînê kir.

Di lêkolînê da hat gotin li gor 5 taybetmendiyên bingehîn ên kesayetiyê (neliheviya hisî, bervekirî, hevgir, duristî û rastgoyî) mirov hatine komkirin.

Hat gotin daneyên lêkolînê li hember paradîgmayên derûniyê meydanê dixwîne.

Zanyaran got neliheviya hisî, bervekirîbûn herî zêde teybatmendiyên merivên ji rêzê ne û ev cure kesayetî zêdetir di nav jinan da heye.

Kesên şermok ji hêla rûhî va kesên durist û maqûl in.

Di nav yên kesan ji xwe ra mînak hildidin da neliheviya hisî kêm tê dîtin, lê ew 4 taybetmendiyên din gelempêrî hene.

Hat destnîşankirin ku temen çiqasî mezin bibe îhtimala cureya kesayetiyê ya ku kesan ji xwe ra mînak hildide zêde dibe.

Zanyaran anî ziman yên ku dibêjin ez û ez kesên bervekirî nê, lê di mijara duristî û hevgiriyê da li gor nîvendiyê di asta binê da dimînin. Lê temen çiqasî mezin bibe hejmara kesayetiyên dibêjin ez û ez kêm dibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.