18 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
ELAZIG
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî êrîşa terorê ya li dijî Midûriya Ewlekariya Elazîzê serdana bajêr kir.
Yildirim piştra gotarek pêşkêşî gel kir û bersiva pirsan da.
Di bersiva gelo kê ev êrîş li dar xistiye da Yildirim got, "Ya rastî sedema vê harbûnê ew e ku leşker, polês û cendirmeyên me bi biryardarî operasyonan didomînin."
- Rêxistinên terorê bûne yek, hevkariya hev dikin
Yildirim herwiha got, "Ev rêxistina terorê ya xayîn ne li Elezîzê û ne jî li cihekî din wê nikaribe bijî. Em ji dil û can ji bo vê dixebitin. Hemû şaxên me, her kes di rewşa alarmê de ye. Her kes, her kêlî, ji bo hemû gefxwarinan dixebite û hesas tevdigere. Ji vir pê ve jî me rewşa alarmê derxistiye asteke bilind. Rêxistinên terorê bûne yek, milê xwe dane hev du, hevkariyê dikin. Piştî têkçûna hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê FETOyê îdiaya xwe winda kir û êdî bar kiriye ser milê rêxistina terorê ya cihêxwaz."
Yildirim got, "Serê sibê dora nehan tam hemberî avahiya emniyetê, kêleka rê wesaîteke bombebarkirî hat teqandin, 3 polêsên me şehît bûn, bi tevahî 217 birîndar rakirin nexweşxaneyan. Vê gavê ji birîndaran 72 kes tabûrcî bûn, li ser piya tedawiya wan hat kirin. Tedawiya 145 kesan jî li 5 nexweşxaneyan didome. Ji birîndaran 85 kes polês in, 60 kes sivîl in. Di nav birîndaran da 20 kes rewşa wan giran e. Di nav van da du polêsên me rewşa wan girantir e, bi tevahî rewşa 14 birîndaran ji yên din girantir e."
- "Encam digihêje ku derê bira bigihêjê emê bêjin an serfirazî an jî mirin"
Serokwezîr Yildirim herwiha got, "Agir û alavê avêtiyê dilê me şehîd û birîndarên me hene lê belê rastiyek dîsa heye, pêşeroja Tirkiyeyê û ronahiya li pêşiyê ye. Di vê mijarê da ji derva an jî ji hundir çi tê bira bê, bi îzna Xwedê 79 milyon welatiyê wek helwesta ku di 15ê Tîrmehê da nîşan dan ew ê rêxistina cihêkar jî ji vî erdî paqij bikin. Di vê mijarê da rûnermî tune, encam digihêje ku derê bira bigihêjê emê bêjin an serfirazî an jî mirin û di rêya xwe da dewam bikin."
"Evan rêxistinên xayin ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bikin talûkeyê hewl didin. Xoceyên ku aqil didine evana hene. Aliyekî vana yê netewî û herêmî tuneye. Pirsgirêka herî mezin a însanên vê herêmê, rêxistina terorê ya cihêxwaz e. Ji ber vê yekê em ê mil bi mil bi milet ra hewl bidin û vê rêxistina terorê ya cihêxwaz ji holê rabikin. Em ê bi hev du ra ber bi pêşeroja xwe va bimeşin."
"Ev rêxistina terorê ya xayîn ne li Elezîzê û ne jî li cihekî din wê nikaribe bijî. Em ji dil û can ji bo vê dixebitin. Hemû şaxên me, her kes di rewşa alarmê de ye. Her kes, her kêlî, ji bo hemû gefxwarinan dixebite û hesas tevdigere. Ji vir pê ve jî me rewşa alarmê derxistiye asteke bilind."
Serokwezîr Yildirim axaftina xwe wiha qedand: "Li Elezîzê li ciyê bûyerê dixwazim ji welatiyan ra bibêjim, me serê xwe daye vê rêyê. Tu rêxistineke terorê wê nikaribe li ber Tirkiyeyê rabe û tu wextê nikaribe vî gelî teslim hilde."