Tirkiye

"Welatiyên me heq dikin ku bêyî vîze herin Ewropayê"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Welatiyên me heq dikin ku bêyî vîze herin Ewropayê. Ji bo rakirina sepana neheq em xebatên xwe didomînin."

Nihat Kavşut  | 11.12.2018 - Rojanekırın : 12.12.2018
"Welatiyên me heq dikin ku bêyî vîze herin Ewropayê"

Ankara

ANKARA 

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Welatiyên me heq dikin ku bêyî vîze herin Ewropayê. Ji bo rakirina sepana neheq em xebatên xwe didomînin."

Bi beşdariya Çavuşoglu, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Enqereyê Civîna Koma Xebatê ya Reformê ya 5emîn hat kirin û peyra daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir welatiyên me heq dikin ku bêyî vîze herin Ewropayê û got ku ji bo rakirina sepana neheq em xebatên xwe didomînin.

Çavuşoglu ji bona kuştina Cemal Kaşikçi der barê lêpirsîna navneteweyî da wiha got: "Di marja G20an da bi gelek hevtayên xwe ra me îradeya serlêdaneke hevpar eşkere kir."

Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniya xwe da destnîşan kir heger qesta Amerîkayê perwerdekirina YPGyê be ev zehf şaş e û ji bona herêmê bêbextî ye û got ku em nikarin li hember vê bêdeng bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.