Vê hefteyê 8 fîlm wê bikevin vîzyonê
Di salonên sînemayê de vê hefteyê jê 4 herêmî, 8 fîlm wê bikevin vîzyonê
Istanbul
ÎSTANBUL
Li Tirkiyeyê vê hefteyê jê 4 xumalî, 8 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Li Los Angelesê Wezîfeya Veşartî" ya ku derhêneriya wê Mark Cullen dike wê derkeve pêşberî sînemahezan.
Di fîlmê da kûçikê dedektîfekî tê revandin û ew li dû çeteya ku kuçikê wî revandine dikeve.
Bruce Wîllîs, John Goodman, Jason Momoa, Emîly Robînson, Jessîca Gomes, Kaletî Wîllîams û Thomas Mîddledîtch di fîlmê de dilîzin.
- "Hov"
Di fîlma bi navê "Hov" de Lîv Tyler, Brad Dourîf, Bel Powley, James Le Gros, Mîke Faîst û Collîn Kelly-Sordelet' lîstikvan in.
Derhênerê fîlmê Frîtz Bohm e, cureya wê jî tirs e.
- "Antîsosyal 2"
Fîlma bi navê "Antîsoasyal 2" ya ku derhênerê wê Cody Calahan e jî behsa zilamekî ku kurê wî li cîhaneke vîrus belavbûyî hatiye revandin dike. Zilam li dû kurê xwe dikeve ku wî bibîne.
Mîchelle Mylett, Stephen Bogaert, Josette Halpert û Samuel Faracî lîstikvanên fîlmê ne.
Senarîstên fîlmê jî Cody Calahan, Chad Archîbald û Jeff Maher in.
- "Xwedê Kir Tu Hatî Dinyayî"
Fîlma bi navê "Xwedê Kir Tu Hatî Dinyayî" ya ku Onur Ogden senarîst û derhênerê wî ye jî behsa çîroka sê birayên ku li gund dijîn dike.
Esîn Cîvangîl, Metîn Keçecî, Ayhan Işik, Dîlara Buyukbayraktar, Enîz Boztepe, Ata Ekşîoglu û Îzel Çelîkoz lîstikvaniyê dikin.
- "Hewna Bêreng"
Derhênerê fîlma "Hewna Bêreng" Mehmet Alî Konar e.
Di fîlmê de Cîvan Guney Tunç, Bîlal Bulut, Orhan Alici, Cuma Karaaslan û Sevgî Yusufoglu dilîzin.
Zarokekî ku li Diyarbekira salên 90î di nav bûyerên polîtîk de maye û tiştên ku tên li serê wî mijara fîlmê ye.
- "De Here Lo"
Derhênerê fîlma "De Here Lo" Vecîhî Ener e.
Cesur Dogan, Mehtap Yilmaz, Senem Kuyucuoglu û Levent Înanir lîstikvanên fîlmê ne.
Kurikekî malbata wî ji Mêrdînê ye, lê Aydinê dijî mijara fîlmê ye.
- "Salona Gilêyê"
Derhênerê fîlma "Salona Gilêyê" Hakan Algul, senarîstê wê Şahîn Irmak e.
Lîstikvanên fîlmê Îrem Sak, Gonca Vuslaterî, Emre Karayel, Onur Buldu, Duygu Yetîş, Salîh Kalyon û Nîlgun Belgun e.
Fîlm cara duyem wê bikeve vîzyonê.
- "Du Heval"
Di fîlma "Du Heval" de Bob û Max hevdu nas dikin û macerayeke mezin dest pê dike.
Derhênerê fîlmê Vîctor Azeev e.