11 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
ANKARA
Navenda bazirganiyê ya ku ji hêla Îdareya Avahiya Giştî ya Serokwezîrtiyê (TOKI) ve li Ercîşa navçeya Wanê tê avakirin dema ku temam bibe navçeyê ji hêla aboriyê ve pêşve here.
Serokê TOKIyê Ergun Turan ji nûçegihanê AAyê re der barê projeya navenda bazirgeniyê de daxuyand ku ev proje wê navçeyê pêşve bibe û wiha axivî: "Navend li ser 33 hezar mêtroqereyî tê çêkirin. Di navenda bazirganiyê de wê 408 dikan û 48 ofîs hebin. Di binê avahiyê de dikanê hebin, qatên jorê jî wê wek ofîs bên bikaranîn. Otoparkeke ji bo 500 wesayîtan jî wê ji bo ziyaretvanan amade bibe. Mîmariya avahiyê jî ji terzeke herêmî hatiye amadekirin û li gor vê tê çêkirin."
Turan got ku navenda bazirganiyê li gor terzeke kevneşop tê amadekirin, bi saya vê navendê navçeya ku piştî erdhejê aboriya wê rawestiyabû wê cardin zindî bibe.