Fatih Gazioğlu
22 Îlon 2018•Rojanekirin: 23 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM) Prof. Dr. Ahmet Uysal got ku Tirkiye li Îdlibê dixwaze ji bo xwe û xêra mafê gelê Sûriyeyê pergelekê ava bike û wiha axivî: ''Tirkiye li Îdlibê cedirmetiya Rûsyayê nake. Heta li ber vekirina korîdora PKK/PYDyê dibe asteng. Tirkiyeyê naxwaze rêveberiyeke neyartiya Tirkiyeyê dike bibe cîranê me. Tirkiye li vê derê bona avakirina rêvebiriyeke ku ji me û gelê Sûriyeyê re bibe dost dixebite."
Serokê ORSAMê Uysal li ser mitabaqata Soçiyê û daxwazên Tirkiyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Prof. Dr. Uysal rexneyên dijî Tirkiyeyê ku dibêjin Tirkiye li Îdlibê kirine 'cenderme' nirxand û wiha got:
''Gelemperiya axa Sûriyeyê jixwe di destê rejima Esed û Rûsyayê de ye. Wan bixwesta dikaribûn operasyonekê bibine ser Îdlibê. Ev ji me re baş nedibû. Tişta ku herî dawî em bixwazin dagirkirina Îdlibê ye. Eger Esed dijî Îdlibê operasyon kiriba wê çaxê gelek merivê bihatana kuştin. Ji aliyê din va Esed bi hinceta komên radîkal dixwaze herêmê ji PYD/YPGyê ra qad veke. Evê jî ji bo Tirkiyeyê bibe zirareke stratejîk. Ji ber vê îhtimal hebû ku Tirkiye bikeve nav şer jî. Loma li vê derê cihgirtina Tirkiyeyê ya bona çareseriyeke siyasî gelekî girîng e."
- "Li Soçiyê hem Tirkiyeyê hem jî gelê Sûriyeyê qezenc kir"
Prof. Dr. Uysal destnîşan kir ku piştî krîza Sûriyeyê di serî da Amerîka samîmî nebû û ji bona çûyîna Esed tiştek nekir û Uysal wiha axivî:
"Li Îdlibê di pêvajoya pêşiya me de Tirkiye û Rûsya wê bibandor bin. Îran hê jî serî da dibêje vê derê em ê dewrî Esed bikin. Îranê ev polîtika 7ê îlonê di Lûtkeya Tehranê da jî îlan kiribû. Li herêmê bi gotinên Îranê tu kes nikare hereket bike. Li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî lazim e. Wekî em geşedanan dinêrin li Soçiyê hem Tirkiyeyê û hem jî gelê Sûriyeyê qezenc kir. Rûsyayê jî îmaje xwe ya ku digotin welatekî zalim e û xwînê dirêje bi saya civîna Soçiyê nerm kir. Li Îdlibê Esed têk çû. Çimkî bidestxistina Îdlibê ji bona Esed sembolîk û gelekî girîng bû. "
Prof. Dr. Uysal li ser PYDyê jî wiha axivî:
"Em hemû piştgiriya ku Amerîka û Îranê li Efrînê dabû PYDyê dizanin. Îranê dixwest endamên PKK/PYDyê bişîne Îdlibê. Tirkiyeyê bi saya Soçiyê rêya vê girt. Ev jî serkeftineke mezin e."