08 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2017
ŞIRNAK
Tetbîqata ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di 18ê Îlonê da li nêzîkî Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya navçeya Şirnexê dabû destpêkirin, dewam dike.
Tetbîqata ku 3 kîlometre dûrî Xabûrê tê lidarxistin, di sewq û îdareya Fermandarê Şaxartêşa 7emîn General Sînan Yayla û emr û fermanberiya Fermandarê Tûgaya Mekanîze ya 28emîn General Ahmet Kurumahmut da tê kirin, bi tevlîbûna leşkerên Iraqê va dewam dike.
Îro ji Sîlopiyê 5 Wesayîtên Herbê yên Bizirx (ZMA) beşdarî tetbîqatê bûn.
Hat gotin ku leşkerên Iraq û Tirkiyeyê wê heta êvarê perwerdeya xwe ya şexsî ku kêm mabû, bikin.
Serokatiya Sererkaniyê ragihandibû ku li herêma Sîlopî-Xabûrê tetbîqat di 18ê Îlonê da dest pê kir û qonaxa sêyemîn a tetbîqatê jî 26ê îlonê dest pê kir. Hatibû diyarkirin ku ji destpêka qonaxa sêyemîn vir va yekeyên Hêzên Çekdar ên Iraqê jî beşdarî tetbîqatê bûn.