16 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2019
ŞIRNAK
Hat ragihandin, terorîstê PKKyî Ridvan Ertaş ku bi 300 hezar lire xelat va di kategoriya gewr a "Lîsteya Kesên ku ji ber Terorê lê Digerin" ya Wezareta Karên Navxweyî da ye, li Deriyê Sînor Xabûrê teslîmî hêzên ewlekariyê bû.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku xebatên Midûriyeta Ewlekariyê yên deşîfrekirina mensûbên rêxistina terorê PKKyê yên li çiyayan û deverên şer berdewam in.
Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin ku di vê çarçoveyê da terorîst Ertaş ku bi 300 hezar lire xelat va di kategoriya gewr a "Lîsteya Kesên ku ji ber Terorê lê Digerin" ya Wezareta Karên Navxweyî da ye û li çiyayên li Iraq û Sûriyeyê fealiyet kirine, hat Deriyê Sînor Xabûrê û teslîmî hêzên ewlekariyê bû. Hat diyarkirin ku Ertaş li Diyarbekirê tevlî rêxistina terorê bûye.